Rejîma îşxalker, li Şerîaya Rojava 21 Filistînîyan desteser kir
Rejîma îşxalker, êrîşên xwe yên wehşîyane li Şerîaya Rojava didomîne lê di vê pêvajoyê de Filistînîyan jî desteser dike.
Li gorî xebera Ajansa Fermî ya Filistînê WAFA, rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîş li bajarên Beytullahîm, El-Xelîl, Erîha, Ramallah, Tubas, Cenîn û Qalkîlîyayê kir.
Di encama van êrîşan de 21 Filistînî ji teref polêsên îşxalkeran ve hatin desteserkirin.
Xeyn ji vê hovîtîyê îşxalkeran, li bakura Qudsê xanîyeke xerabe ya ku malbateke Filistînî tê de diman jî xera kir. (ÎLKHA)