• DOLAR 32.954
  • EURO 35.383
  • ALTIN 2453.178
  • ...
Li Pakistanê teqîn: Mirîyek û 7 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li herêma Awarana Belucistanê di bazarekî de pêk hat.

Li gorî medyaya welêt teqemenîyeke ku ji berê ve hatibû kirin nav dikaneke ku di bazarê de ye ji dûrî ve hat teqandin.

Di encama teqîna ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Hêj ti kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir