• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Diyarbekirê qeza: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seetên serê sibê de li Bûlwara Mezopotamyayê pêk hat.

Li gorî îddîayan, erebeya bi plaqeya 06 DL 3604 yê ku navê şofêrê wê nehat hînbûn, bi erebeya bi plaqeya 07 CTN 76 ve li hev qelibîn. Ji tesîra li hevqelibîna erebeyan di motora erebeyê de şewat derket.

Li ser xeberdayînê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cihê bûyerê her du birîndaran jî bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

Di encama qezayê de di herdu erebeyan de jî xesara meddî pêk hat.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir