Li Meletîyê qeza: Yek jê giran 3 birîndar
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê 2 erebe li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê giran tev de 3 kes birîndar bûn.
![Li Meletîyê qeza: Yek jê giran 3 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/O4ESfvkZxVv2W7ykZZsfOA_fFtE=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/49/li-meletiye-qeza-yek-je-giran-3-birindar-d5549833.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 44 AAF 747 yê ku di bin kontrola O.Ç. de bû û li ser Ceddeya Yuceyê li erebeya bi plaqeya 44 T 1201 yê ku di kontrola R.A. de bû qelibî. Di encama qezayê de herdu şofêr û rêwîyeke ku di nav erebeyê de bû birîndar bûn.
Ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristîyê, polês û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku rewşa M.A. yê rêwîyê erebeyê giran e.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)
![](/images/22/49/li-meletiye-qeza-yek-je-giran-3-birindar-6bf53291.jpg)
![](/images/22/49/li-meletiye-qeza-yek-je-giran-3-birindar-b85dd8b4.jpg)