• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Zarokê ku ji banê ket xwarrê canê xwe ji dest da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li Taxa Mevlana Halit a Rezanê pêk hat.

Hat îddîakirin F.A.yê ku li ser banê apartmana 8 qatî ya ku dapîra wî lê dima çû cem kevokên ku dixwarin, li ser banî hevsengiya xwe winda kir û ket erdê.

Li ser agahiya kesên derdorê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Piştî mudaxeleya ewil a li cihê bûyerê F.A rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Li nexweşxaneyê digel temamê mudaxeleyên canê xwe ji dest da.

Cenazeyê F.A piştî otopsiyê li navçeya Farqînê hat definkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir