Wesayîta leşkerî ya Rûsyayê û mînîbus li hev qelibîn: 16 mirî, 3 birîndar
Li herêma Donetskê ya di bin kontrola Rûsyayê de ye, di encama qezaya wesayîta leşkerî ya artêşa Rûsyayê bi mînîbusekê de 16 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li Donetsk a herêma Donbasê ya li rojhilatê Ukraynayê ye wesayîteke leşkerî ya Rûsyayê li mînîbusekê qelibî.
Li gor agahiyan di qezaya ku li ser rêya Şahtarsk-Torezê pêk hat da 16 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Şhakhtarska ku saetek dûrî Donetskê ye, ji sala 2014an vir ve di bin kontrola hêzên alîgirên Rûsyayê de ye. (ÎLKHA)