Siyonistên îşxalker bi balafiran êrîşî Xazzeyê kirin
Hat ragihandin siyonistên îşxalker bi balafirên şer êrîş birin li ser herêma Xan Yûnusa li başûra Xazzeyê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di êrîşên ku hatin kirin de 5 herêmên cûda hatin hedefgirtin.
Derbarê mijarê de ji teref Tuxayên Îzzeddîn El-Qassamê ku baskê leşkerî ya HAMASê ye ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, bi mûşekan bersiv hat dayîn êrîşên rejîma îşxalkeran.(ÎLKHA)