Tirkîyê bertek nîşanî rejima sîyonîstê îşxalker da
Wezareta Karên Derveyî yê Tirkîyeyê, êrîşên di demên paş de li Bati Şerîayê zêde dibe şermezar kir û ji bo Filistîniyên jiyana xwe ji dest dane peyama sersaxiyê weşand.
![Tirkîyê bertek nîşanî rejima sîyonîstê îşxalker da](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/X7WOGjIf6cv99NiqPELhF-OPQ_I=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/48/tirkiye-bertek-nisani-rejima-siyoniste-isxalker-da-318a5130.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de derbarê mijarê de wisa hat gotin:
“Ji ber ku di demên paş de li Qudsa Rojhilat û li Şerîaya Rojava êrîş zêde dibin û sîvîl tên kuştin em bi fikarin û em înfazên bê daraz jî bi tundî şermezar dikin. Em ji birayên xweyê Filîstînî yên di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane ji Xweda rehmê dixwazin û em ji dewleta Filîstînê û ji gellê wê re jî sersaxîyê dixwazin.“ (ÎLKHA)