Di mala serokê partîya rêveberê herêmî ya Hindîstanê de teqîn: 3 mirî
Di encama teqîna ku di mala serokê partîya rêveberê herêmî ya Hindîstanê de pêk hat de 3 kes canê xwe ji dest dan.
Teqîn, di mala Rajkumar Mannayê serokê mehellî yê gundê Narîabelîaya ku 135 kîlometre dûrê paytexta Kalkûteya Bengala Rojavayê ye de pêk hat.
Di teqînê de bi tevî Serokê Kongreya Trînamoolê Rajkumar Mannayê 3 kes canê xwe ji dest dan.
Tehqîqata ku derheqê teqînê de hat destpêkirin hêj didome. (ÎLKHA)