Di mala ku bêhna pîs dihat de ceset hat dîtin
Li navçeya Eyyûbîyeya Rihayê di malekî de bêhna pîs hat û di nav wê malê de cesedê zilamekî hat dîtin.
![Di mala ku bêhna pîs dihat de ceset hat dîtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/PJUiExa3x6OPsqj6Fn6iye3xvUQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/48/di-mala-ku-behna-pis-dihat-de-ceset-hat-ditin-b8388f52.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer, li Taxa Asyayê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mirovên derdorê ji malekî bêhna pîs girtin û xeberê ji polês re şîyandin.
Di nav mala ku bi alîkarê hesinsazekî ve ketin de cesedê zilamekî hat dîtin.
Ceset, ji bo ku bê otopsîkirin hat rakirin merga tip a ‘edlî.
Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)