• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Îsal 70 hezar cihû koçî herêmên îşxalkirî yên Filistînê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber şerê Rûs û Ûkraynayê koça cihûyan ber bi herêmên Filistînê yên îxşalkirî ve du qat zêde bû.

Li gorî daneyên rejîma siyonîst, îsal hejmara cihûyên ku ber bi navçên îşxalkirî yên Filistînê ve çûne gihîşt 70 hezar kesî. Ev hejmar du qat ji hejmara cihûyên ku di sala borî de koç kirine ye.

Piraniya kesên ku îsal koç kirine ji komarên Sovyeta berê ne. Ew jî ji wan kesan pêk tên ku rasterast an nerasterast ji Şerê Rûs-Ukraynayê bandor bûne. Di vê yekê de teşwîqên tund ên rejîma îşxalker ji bo cihûyên ku ji şer bandor bûne ji bo koçkirina herêmên dagirbûyî yên Filistînê roleke girîng leyîst. Ji ber vê yekê rejîma îşxalker hawîrdora şer û şert û mercên ku bûyî îstîsmar kir ku koçberiya Cihûyan ber bi axa Filistînê ve zêde bike.

Li gorî daneyên rejîma îşxalker a Siyonîst, ji sedî 54ê kesên ku îsal ji Rûsyayê koçî navçên Filistînê yên dagirbûyî kirine, ji sedî 21 ji Ukraynayê, ji sedî 5 ji Emrîqayê û ji sedî 4 jî ji Fransayê ne.

Rejîma îşxalker 22 hezar koçberên nû tevlî artêşê kir. Ji van 15 hezar jî di kategoriya leşkerên bê malbat de cih digirin. Ev jî weke çeteyên bê malbat tên xebitandin. Bi gotineke din, rejîma îşxalker gelek ji koçberên nû hatine di êrîşên li dijî Filistîniyan de bi kar tîne.

Di van deh salên dawîn de 6440 bijîjk di çarçoveya koçberiya Cihûyan de koçî herêmên Filistînê kirine û piraniya wan jî koçberên komarên Sovyeta berê ne. 1448 ji wan doktorên diranan in. Di vê heyamê de 22 hezar û 400 endezyar koçber bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir