Serokkomarê Îranê Reîsî: Hebûna biyanîyan li herêmê bi tenê wê pirsgirêkan çêbike
Serokkomarî Îranê Îbrahîm Reîsî, di daxuyanîya çapemenîyê a ku bi Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî re kir de got ku, “Hebûna biyanîyan li herêmê bi tenê wê pirsgirêkan çêbike”
![Serokkomarê Îranê Reîsî: Hebûna biyanîyan li herêmê bi tenê wê pirsgirêkan çêbike](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/2WDuZRjHlGJg4h8A2aWW3wfMTXM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/48/serokkomare-irane-reisi-hebuna-biyaniyan-li-hereme-bi-tene-we-pirsgirekan-cebike-a71b8eed.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya es-Sudanî, li ser daweta Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî çû Tehranê.
Es-Sudanî, di Seraya Sadabada li Tehranê de ji teref Serokkomar Seyyîd Îbrahîm Reîsî ve bi fermî hat pêşwazîkirin.
Sudanî û Reîsî piştî pêşwazîyê bi tenê hevdîtinek kirin.
Reîsî, diyar kir ku ew ji zîyareta Sudanî gelek kêfxweş bûne û weha got, “Hikumeta Iraqê hê li serê kar ê xwe ye, em wan pîroz dikin, ez hêvî dikim bila hevkarîyên Îran û Iraqê micadeleya di tîcaret, çandî, transît, zanayî, teknolojî û terorê de zêdetir bibe.”
Reîsîyê ku destnîaşn kir ji alîyê herdu welatan ve jî ewlehî, aştî û îstîqrara herêmê gelek muhîme got ku li herêmê herêmî, aştî û îstîqrar encax ji teref gel û hikumetên herêmê ve wê bê tertîpkirin.
Reîsî di dawîya axavtina xwe de weha got, “Hebûna biyanîyan li herêmê ew ê ewlehîyê çêneke, bi tenê pirsgirêkan çêbike. Çawa ku hebûna Emrîqayê li Efxenistanê û li cihên dinê ewlehîyê çênekir, ev hebûn li Iraqê jî ewlehîyê çêneke. Ji ber vê yekê ye ku gerek vana ji herêma me derkevin.” (ÎLKHA)