• DOLAR 32.957
  • EURO 35.344
  • ALTIN 2457.231
  • ...
HUDA PAR: Pêwîst e bi Sûriye û Misrê re têkilî bê şert û merc nebin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, "Ji bo berjewendiya gelên misilman ên herêmê di navbera hikûmetan de têkilî û diyaloga girîng e. Lê divê sedemên ku bûne sedema qutbûna têkiliyan neyên paşguhkirin û stratejiyeke çareseriyê bê diyarkirin."

Berdevkê HUDA PARê Sarkan Ramanli di daxuyaniya xwe ya heftane de diyar kir ku divê Tirkiye bi Sûriye û Misrê re têkiliyan deyne.

"Li Misirê zextên li dijî mûxalefetê bi taybetî jî Îxwan Muslimîn berdewam dikin. Bi sedan ji endamên muxalefetê re bi neheqî cezayê îdamê hatin birîn. Li Sûriyeyê ev 11 sal in şerê navxweyî dewam dike û hê jî sivîl tên hedefgirtin. Û rejîm jî ji bona ku herb dawî bibe gavan navêje.”

Ramanli di dawîya daxuyanîyê de pêşnîyarên xwe jî got û weha axivî, "Ji bo berjewendiya gelên misilman ên herêmê girîng e ku di navbera hikûmetan de têkilî û diyalog bê danîn. Lê divê sedemên ku bûne sedema bidawîbûna têkiliyan neyên paşguhkirin û stratejiyeke ku çareserîyê dide pêşî were destnîşankirin. Ger ku bi rêveberê cuntayê Misirê re hevdîtin bê kirin bang li wan bê kirin ku pêşî êrîşa ku li dijî muxalîfan tê kirin bêdawî kirin, cezayên îdamê bên sekinandin. Li Sûriyê jî divê berî her tiştî agirbesteke mayînde bê avakirin, alîkarî ji bo amadekirina makeqanûneke nû û vegera penaberan bi ewle hevkarî bê kirin. Pêwîste ne tenê ji bo dewletbûnê, her wiha bi berçavgirtina berjewendiyên xelqên bindest re bi hikûmetên Suriye û Misirê re têkilî bên avakirin û pêşxistin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir