Li Gola Wanê di mezinahîya 4,2yan de erdhej
Li nêzê navçeya Xelata Bidlîsê di mezinahîya 4,2yan de erdhejek pêk hat.
Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afetê, daxuyand ku li Xelat a navenda erdhejê di Gola Wanê ya ku 2.24 kîlometreye de di seat 07.57an de erdhej hat qeydkirin.
Hat îfadekirin ku erdhej 7.02 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat. (ÎLKHA)