Rûsya ji Xersonê vedikişe
Rûsya, leşkerên xwe yên li Xersonê ya ku ji Uraynayê îlhaq kiribû vedikşîne.
![Rûsya ji Xersonê vedikişe](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/rRG7ZVJB_bIJmPN7ME1TFRAsI-g=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/22/48/rusya-ji-xersone-vedikise-db531aab.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Fermandarê yekîneyên li Ukraynayê ê Rûsyayê Sergey Surovîkîn, ji Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu re rapora vekişîna leşkerên Rûsyayê ji Xersonê pêşkêş kir.
Şoygu pêşnîyaza vekişînê qebûl kir û telîmata, “Vekişîna yekîneyan dest pê bikin, ji bona sewqîyata çek û cebilxaneyan hemû tedbîrên ewlehîyê bigrin.” Da.
Bi vê şeklê, ji serê herbê heta niha Rûsya cara yekem e ku ji herêmeke ku îlhaq kirîye vedikişe. (ÎLKHA)