• DOLAR 32.199
  • EURO 35.021
  • ALTIN 2496.792
  • ...
Ji ser qetlîama Sînemaya Amûdê ya ku tê de 282 zarokên Kurd wefat kirin 62 sal derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îro salvegera qetlîama ku li bajara Amûdê hat kirin e. Berî vê 62 salan dema ku dîrok 13ê Mijdarê nîşan dida li Amûdê di salona sînemayê ya ku lê nêzî 500 zarok hatibûn civandin şewat derket. Dema ku zarokên di sînemayê de hewl dan derkevin dîtin ku derî bi ser wan de hatiye girtin ku ji ber vê yekê îzdîhamek pêk hat.

Di encama vê bûyera ku wê rojê derket de 282 zarokên bêsûc û bêguneh wefat kirin. Êş û elema wê rojê digel ku di ser re 62 sal derbas bûbe jî nehat jibîrkirin û birîn qemûşk negirt.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir