• DOLAR 32.209
  • EURO 34.76
  • ALTIN 2436.883
  • ...
Li Brezîlyayê êrîş li 2 dibistanan hat kirin: 3 mirî, 11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di Taxa Coqueirala ku li bajara Aracruza ku girêdayê wîlayeta Espîrîto Santoyê ye de di du dibistanên cuda de bi çekan êrîş hat kirin.

Hat daxuyandin ku kesê êrîşdar bi çekan ket nav dibistana Prîmo Bîttî ya dewletê 2 mamosteyan û 9 kesan birîndar kir, êrîşdarê ku ji cihê bûyerê bi erebeya xwe revîya ket nav dibistaneke taybet yê navê  wê Darwîn e û di ‘eynî kolanê de ye li ew derê jî kesekê kuşt û 2 kesan jî birîndar kir.

Walîyê Wîlayeta Santo Espîrîtoyê Renato Casagrande di daxuyanîya ku belav kir de weha got, “Ez tehqîqata ku derheqê êrîşên li dibistanên Prîmo Bîttî û Darwîna ku li Aracruzê ne pêk hatin de hatîye destpêkirin bi xemgînîyeke mezin û ji nêz ve dişopînim. Hemû yekîneyên me yên ewlehîyê di wezîfeyê de ne.”

Ji dibistanên bajêrê re navber hat dayîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir