Li ser rêya Tarsus-Adana-Entabê qeza: 6 birîndar
Di encama qezaya ku li ser rêya Tarsus-Adana-Entabê pêk hat de 6 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tira bi plaqeya 33 ALK 929 a ku ji alîyê Edeneyê ve dihat ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulibî. Piştî vê qezayê wesayîtên bi plaqeyên 34 CHG 014, 33 SK 178 û 27 AHP 989 jî tevlî qezaya ku pêk hatibû bûn.
6 kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)