Şewata ku li Mêrga Nehîlê derket ev 4 roj in ku berdewam dike
Şewata ku berî vê 4 rojan ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li Mêrga Nehîla Gevera Colemêrgê derket berdewam dike.
Mêrga Nehîlê ya li Gevera Colemêrgê ya ku lê gelek cureyên çûkan hene berî niha wek herêma sîta tabîî hatibû îlankirin. Di mêrga ku xwedîyê gelek dewlemendîyan e de ev bû 4 roj ku şewat berdewam dike.
Tê diyarkirin ji ber ku mêrg çirav e îtfaîye nikare midaxeleyî şewatê bike.(ÎLKHA)