• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Di navbera Rûsya û Ukraynayê de teqasa êsîran
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin ya Rûsyayê ve hat belavkirin de, hat ragihandin ku 35 leşkerên Rûs di encama mizakerekirina bi alîyê Ukraynayê ve de hatin berdan.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku leşkerên ku hatin berdan ji teref balafirên aîdê Wezaretê ve wê biçin Moskovayê.

Serokê Ofîsa Serokatîya Dewlet yê Ukraynayê Andrey Yermak, di daxuyanîya ku da de weha got, “Me yek jê sîvîl 35ê wan leşker bi tevahî 36 welatîyên xwe anît mala wan.”

Yermak diyar kir ku di navebera wan leşkeran de leşkerên ku di Febrîqeya Azovstal a li bajara Mariupola Ukraynayê ye de ne û di Santrala Nikleer a Çernobîlê de herbê kirine û hatine êsîrgirtin jî hene. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir