Li Kolombîyayê balafir li herêma şênîya ket xwarê: 8 mirî
Li bajara Medellîna Kolombîyayê balafirek li cihê şênîyan ket xwarê. Di encama qezayê de 2 jê balafirvan 8 kes canê xwe ji dest dan.
Qeza, li bajara Medellîna Kolombîyayê pêk hat. Rayedarên serwîsa acîl diyar kirin ku balafir li herêma şênîya “Belen Roseles”ê li ser xanîyekî ket xwarê.
Serokê Şaredarîya Medellînê Daniel Quintero derheqê qezayê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku balafireke biçûk li herêma şênîyan ket xwarê. Quintero diyar kir ku di encama qezayê de 2 jê balafirvan 8 kes canê xwe ji dest dan.
Li Medellîna ku ciheke çîyayî ye dem bi dem qezayên balafirên pêk tênê. (ÎLKHA)