Di encama gulebarana hêzên îşxalker de ciwanekî filistînî şehîd bû
Hate ragihandin ku ciwanê ku di encama pevçûnên di dema êrîşa rejîma îşxalkeran a li ser bajarê Cenînê de birîndar bibû, şehîd bû.
Leşkerên îşxalker danê vê sibehê avêtin ser Taxa El-Target a Cenînê. Baskê leşkerî yê Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam û baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî Hêzên Quds diyar kirin ku mucahîdên wan bi îşxalkeran re ketine pevçûnê, gule berdane û bombeyên destan avêtine.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku ciwanê Filistînî yê ku di encama gulebarana leşkerên îşxalker a li Cenînê de ji zikê wî bi giranî birîndar bûbû şehîd bû.
Medyaya Filistînê ragihand ku di pevçûnan de 4 filistînî birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku leşkerên îşxalker bi dehan wesayitên leşkerî ketin bajarê Cenîn, balafirên keşfê yên bêmirov jî çavdêriya hewayî pêk anîn, hêzên îşxalker malek li Taxa El-Target dorpêç kirin û Ratib El-Balîyê ciwanê berê yê birîndar desteser kirin. (ÎLKHA)