Li Endonezyayê hejmarê mirîyan derket 56 kesan: Herî kêm 700 birîndar
Li wîlayeta Cavaya Rojavaya Endonezyayê di mezinahîya 5,6an de erdhej pêk hatibû, di encama erdhejê de hejmarê mirîyan derket 56 kesan, herî kêm 700 kes jî birîndar bûn.
Navenda Lêgerîna Jeolojîk a Emrîqayê, daxuyand 18 kîlometre li başûra bajara Cîranjangê di mezinahîya 5,6an de erdhej pêk hat.
Hat îfadekirin ku erdhej 10 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat.
Rayedarê Hikumetê Herman Suherman diyar kir ku ji ber erdhejê hejmarê mirîyan derket 46 kesan.
Hat destnîşankirin ku heta niha herî kêm 300 kes birîndar bûn, ji 100î zêdetir kes jî winda ne.
Di encama erdhejê de bi tevî xanî, dibistan û nexweşxaneyan ji 700î zêdetir avahî jî xera bûn. (ÎLKHA)