• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Bi malbatî ji bo Pêşbirka Sîyerê amadehîyê dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew ê îsal ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve cara 12emînê Pêşbirka Sîyerê bê lidarxistin ku ji ber vê yekê qeydên pêşbirkê ji 7ê Cotmehê vir ve dest pê kirin. Tê hêvîkirin ku pêşbirk di 12ê Sibata sala 2023yan de  bê tertîpkirin. Ew ê îmtîhan wek çar kategorîyê bê tertîpkirin.

Wek li çar alîyê welêt li Artukluya navçeya Mêrdînê jî malbata Nas bi hevre ji bo vê pêşbirkê amadehîyeke şêrîn dikin. Endamên malbatê derheqê pêşbirkê de hest û ramanên xwe wisa parve kirin:

Bav Ahmet Nas: “Jiyana Resûlê Xwedê ji bo me mînak e û jiyana herî xweşik e. Em çi qas di pey wî de biçin û heyata wî ji xwe re mînak bistînin ew ê heyata me jî ew qas xweşik bibe.Temamê dê û bavên ku terbîyeya zarokên xwe ji xwe re kirine derd divê zarokên xwe bi heyata Hz. Muhammed terbîye bikin.”

Hîlal Nas: “Ez pêşî çend caran kitêbê dixwînim û dû re jî binê cihên muhîm xêz dikim û ji wan deran jî pirsan amade dikim û digel mixaletîya xwe ji bo pêşbirkê amadehîyê dikin. Ez bawer dikim ew ê ev îmtîhan ji bo me pir baş be. Lewra em bi vê yekê heyata Pêxemberê xwe hîn dibin.”

Yusuf Nas: “Hînbûna jiyana Hz. Muhammed tiştekî pir xweş e.Ji ber ku ez ê bikevim vê pêşbirkê ez pir bi kelecan im.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir