Ji teref rejîma îşxalker a sîyonîst ve li ser Sûrîyê erîşa asîmanî
Rejîma îşxalker a sîyonîst, di seatên serê sibê de li bajarên Hums, Hema û Lazkîye ya Sûriyê êrişên hewayî li ser hinek nuqteyan pêk anît.
Ajansa nûçeyan a Rejîma Sûriyê SANA'yê ragihand ku rejîma îşxalker a siyonîst li 3 bajaran hinek nuqteyan hedef girtin.
Di xeberê de hat îfadekirin ku di encma êrîşê de 4 leşker mirin û leşkerek jî birîndar bû.
Hat destnîşankirin ku êrîş di seatê 06.30yan de hat kirin.
Rejîma îşxalker a siyonîst ji sala 2011`an ve ku şerê navxweyî dest pê kir, êrişî cihên leşkerî li Sûriye'yê dike. (ÎLKHA)