• DOLAR 32.228
  • EURO 34.809
  • ALTIN 2420.441
  • ...
Li Silêmanî hejmarê mirîyan derket 15 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin cesedên 3 kesên dinê jî di bin enqazê de hatibûn derxistin û bi tevî van cesedan jî hejmarî mirîyan derket 15 kesan, 12 kes jî birîndar bûn.

Xeyn ji van agahîyan hat hînbûn ku ji 12 birîndarên ku hatine rakirin nexweşxaneyê 5ê wan jî hatin derxistin, tedawîya 7ê wan jî hêj didome.

Walîyê Silêmanî Heval Ebubekîr ji ber teqînê li bajêr ji bo rojekî şîna neteweyî îlan kiribû.

Bi tevî îlankirina şîna neteweyî Wezîrê Karên Hindir yê Herêma Kurdistanê Reber Ahmed jî bi wezîfedarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bona ku lêgerînan bike çûbû Silêmanî.

Serokwezîr, ji bo kesên ku di teqînê de canê xwe ji dest dane sersaxîyê, ji bo birîndaran jî şîfa lezgîn daxwaz kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir