Li Hîndistanê otobûs qeza kir: 12 mirî
Di encama otobûseke rêwîyan a ku li wîlayeta Uttarhanda Hîndistanê li kendalê gêr bû û qeza kir de, 12 kes canê xwe ji dest dan, 3 kes jî giran birîndar bûn.
Li herêma Chamolîya wîlayeta Utterhanda Hîndistanê otobûseke rêwîyan ji 500 metre bilindahîyê ket xwarê.
Di encama qezayê de 2 jê pîrek 12 kes canê xwe ji dest dan, 3 kes jî giran birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku qeza, ji ber ku otobûs ji kapasîteya xwe zêdetir rêwîyan girtîye pêk hatîye. (ÎLKHA)