• DOLAR 32.217
  • EURO 35.142
  • ALTIN 2439.125
  • ...
Li Xezzeyê di avahîyekî de şewat derket: 21 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Hindir yê Filistînê a ku li Xezzeyê ye ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku li Kampa Cebalîyayê di avahîyekî de şewat derket.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Îdareya Parastina Sîvîlan ve hat belavkirin jî di avahîya ku şewat derket de cesedên 21 kesên ku di nav wan de pîrek û zarok jî hene hatine bidestxistin.

Hat diyarkirin ku ekîbên parastina sîvîl, şewatê kirine bin kontrolê.

Li gorî diyarîyên ‘ewil şewat ji ber benzîna ku di hindirê avahîyê de dihat embarkirin pêk hatîye, tehqîqata ku derheqê bûyerê de hatîye despêkirin jî hêj didome.

Berdevkê Serokatîya Dewleta Filistînê Nebîl Ebû Rudeyne jî daxuyanîyek belav kir û li gorî daxuyanîya wî, Serokê Dewletê Mahmud Abbas, ji ber şewatê li welêt roja Înê şîna neteweyî îlan kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir