Li Meksîkayê helîkopter qeza kir: 5 mirî
Li bakura Meksîkayê, helîkopterek ji ber sedemeke ku hêj nediyare ket xwarê.
Di helîkoptera ku ket nav ‘erdekî vala de, 5 kesên ku di navbera wan de Wezîrê Ewlehîya Raya Giştî Porfirio Javier Sanchez Mendoza jî hebû canê xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku helîkopter piştî ku ket xwarê şewitî.
Derheqê sedema qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)