• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Îranê di êrîşên çekdar de hejmarê mirîyan derket 7 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarê, hinek kesên bi çekdar li wîlayeta Xuzistanê di cihê bazarê de êrîşî xelqê û endamên ewlehîyê kirin, di encama êrîşê de herî kêm 7 kes canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Îran 3 kesên ku beşdarî êrîşa çekdar bûne girt.

Rayedaran diyar kirin ku nasnameya zarokeke 9 salî, pîrekeka 45 salî û 3 ciwan ên ku di navbera kesên ku mirine de bûne aşkere bûye.

Xeyn ji vê êrîşê li Îsfahanê jî êrîşek hat lidarxistin. Du kesên bi motorbisiqlet ên bi çekdar, li Îsfahanê êrîşî endamên ewlehîyê kirin, sê kesên wan kuştin û kesekê jî birîndar kirin.

Ji ber êrîşê li wîlayeta Xuzistanê ji bona 3 rojan şîn hat îlankirin.

Doh li Îzehê ji ber mirina Mehsa Amînî protesto hatibûn lidarxistin, di protestoyan de ji xwepêşandaran re êrîş hatibû kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir