• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Bîden: Îhtîmala avêtina mûşekê ya ji teref Rûsyayê ve kêm xuya dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Emrîqayê Joe Bîden, piştî ketina mûşekê ji ‘erdê Polonyayê re bi Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz, Serokwezîrê Kanadayê Justîn Trudeau, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîra Îtalyeyê Gîorgîa Melonî, Serokwezîrê Japonyayê Kîşîda Fumîo, Serokwezîrê Îngîlistanê Rîshî Sunak, Serokê Komîsyona Yekîtîya Ewrupayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupayê Charles Mîchel re hevdîtin kir.

Bîden, di Balîya ku ji bona Lûtkeya Serokan a G20ê çûbû de ji çapemenîyê re daxuyanî da.

Bîden di daxuyanîya xwe de weha got, “Em bi serokan re ji bona ku teqîna ku di sînora Ukrayna-Polonyayê de pêk hatîye bê lêgerînkirin li hev kir. Dema ku tehqîqat berdewam dike, em ê jî bi hev dû re bixebitin û gavên xwe yê dinê diyar bikin.”

Rojnamegerek ji Bîden re pirsî ku “Ji bona ku bê gotin mûşek ji teref Rûsyayê ve hatîye avêtin zû nîne?”. Bîden jî weha bersiv da; “Daneyên ‘ewil yên ku di destê me de ne ev encamê nade me. Heta ku tehqîqat dawî nebe ez nikarim tişteke aşkere bibêjim lê avêtina fûzeyê ji teref Rûsyayê îhtîmaleke kêm xuya dike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir