NATO wê bi acilî kom bibe
Sefîrên welatên endamê NATOyê, di civîna Konseya Atlantîka Bakur a ku îro bê tertîpkirin de ketina roketê ya ji Polonyayê re gotûbej bikin.
Hatibû diyarkirin ku ji gundê Przewodowa Polonyayê re roket ketibû û 2 kes canê xwe ji dest dabûn.
Ji ber vê yekê NATO diyar kir, bi daxwazîya Polonyayê ew ê acîl kom bibin.
Di daxuyanîya ku ji teref Berdevtîya NATOyê ve hat belavkirin de hat ragihandin, civîna ku bi acîlî kom dibe, wê di serokatîya Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê ve bê tertîpkirin. (ÎLKHA)