Pîkap û motorbisiqlet li hev qelibîn: Birîndarek
Li navçeya Palûya Xarpêtê pîkap û motorbisiqlet li hev qelibîn, di encama qezayê de kesek birîndar bû.
Qeza, li navenda çarşîya Palûyê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di çarrêya ku li alîyê avahîya şaredarîya berê ya li navenda çarşîyê ye de pîkapek û motorbisiqletek li hev qelibîn.
Di encama qezayê de Azîz Ş. yê şofêrê motorbisiqletê birîndar bû. Şofêrê birîndar ji teref welatîyên derdorê ve hat rakirin Nexweşxaneya Dewleta Palûyê.
Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)