Karamollaoglu ji bo Serokê Giştî yê Partîya Saadetê ji nû ve hat hilbijartin
Temel Karamollaoglu di Kongreya Mezin a Asayî ya 8emîn de ji bo Serokatîya Giştî ya Partîya Saadetê bi girtina hemû rayan ji nû ve hat hilbijartin.
Kongreya Mezin a Asayî ya 8emîn a Partîya Saadetê doh li Enqereyê hat tertîpkirin.
Ji kongreya ku di Navenda Çandî û Kongreya Zanîngeha Haci Bayram Velî ya Enqereyê hat tertîp kirin re, Bulent Arinçê Serokê TBMMyê, Mustafa Şenê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partîyê, Nazim Mavîşê Mebusê Sînopê, Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê, Engîn Altayê Serwekîlê Koma CHPê, Ugur Poyrazê Sekreterê Giştî yê Partîya ÎYÎyê, Hasan Karalê Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Devayê, Ayhan Sefer Ustunê Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Gelcekê jî beşdarî bûn.
Di kongreya ku Temel Karamolaogluyê Serokê Giştî tenê bûbû namzed de bi raya 1200 delegeyên ku qeydkirîne rêveberîya nû ya partîyê hat hilbijartin.
Karamollaoglu, hemû rayan girt û cara 3yemîn bû serokê giştî. (ÎLKHA)