Li Efxanistanê mînîbûsek qulibî: 7 mirî 9 birîndar
Hat ragihandin di encama qezaya ku li parêzgeha Daykundîya Efxanistanê pêk hat de 7 kes canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
Qeza doh êvarî li herêma Mîramora Daykundê pêk hat.
Li gorî xebera Bahtara Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Mîrnîşîna Îslamê ya Efxanistanê, ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê mînîbûsek gindirî şarampolê ku di encama qezayê de 7 kes canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)