Ji ser erdheja Îzmîrê ya ku tê de 117 kes mirin 2 sal derbas bûn
Berî vê du salan di encama erdheja ku li Îzmîrê pêk hat de 117 kes canê xwe ji dest dabûn ku îro salvegera vê erdhejê ye.
Weke ku dê bê bîran berî vê du salan dema ku dîrok 30ê Cotmehê nîşan dida derdora seat 14.51ê de li nêzî Xalîça Girava Çûkan di mezinahîya 6.6an de erdhejek pêk hat. Ji ber erdheja ku pêk hatibû li navçeya Bayrakliya Îzmîrê 117 welatî canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)