Li Malatyayê guran êrîşî pez kirin: 42 mih telef bûn
Gurên ku li Yazihana navçeya Malatyayê êrîşî pêz kirin 42 mih kuştin.
Bûyer li gundên Sînanliya Yazihana navçeya Malatyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh êvarî kerîyê guran êrîşî pezê kesê bi navê Fuat Karakuş kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 42 mih telef bûn.
Tê diyarkirin rayedaran xwedîyê pêz ziyaret kirin û derheqê bûyerê de lêkolînan kirin.(ÎLKHA)