• DOLAR 32.682
  • EURO 35.423
  • ALTIN 2505.073
  • ...
Ji Walîtîya Stenbolê derheqê teqîna li Sîteya Senayîya Esenlera Îkîtellîyê de daxuyanî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di Bloka 1emîn a Sîteya Senayîya Esenlera Îkîtellîyê ya li navçeya Başakşehîrê de di seat 10.00an de di dikanekî ku tê de temîr û lênihêrîna erebeyan dihat kirin de teqîneke bişîddet pêk hat.

Daxuyanîya ku derheqê teqînê de ji teref Walîtîya Stenbolê ve hat belavkirin weha ye:

“Îro Di Bloka 1emîn a Sîteya Senayîya Esenlera Îkîtellîyê ya li navçeya Başakşehîrê de di seat 10.00an de di dikanekî ku tê de temîr û lênihêrîna erebeyan dihat kirin de teqîneke bişîddet pêk hatîye.

Ji cihê bûyerê re ekîbên me yên AFAD, îtfaîye, tenduristî û ewlehîyê bi lez hatine sewqkirin.

Li gorî agahîyên ‘ewil, mixabin di bûyerê de karkerekî dikanê canê xwe ji dest daye, 3 karker jî birîndar bûne. Karkerên birîndar ji teref ekîbên me yên 112yê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Bajêr ya Sakura û Çamê, ekîbên me yên dinê jî li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin.

Ji welatîyên xwe yên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê, ji birîndarên me re jî şîfa xêrê dikim.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hatîye destpêkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir