Ji NYyê ji êrîşa li Îranê re bertek
Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê NYyê, ji êrîşa ku li Tirbeya Hezretî Şah Çerax a ku li bajara Şîraza Îranê ye hat kirin re bertek nîşan da.
Guterresê Sekretrê Giştî yê NYyê ê ku ji êrîşê re bertek nîşan da, bal kişand ku gerek failên ev sûcê bi lez û bez ji edaletê re bên teslîmkirin û bên cezakirin.
Îsmaîl Muhîbbîpurê Alîkarê Walîyê Farsê, di daxuyanîya ku doh belav kir de, gotibû ku 3 êrîşdar ji mêvanên tirbeyê re êrîş kirin, di êrîşê de 15 kes canê xwe ji dest dabûn û ji 40î zêdetir mitov jî birîndar bûbûn.
Hat îfadekirin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de 2 heb jî zarok hene. (ÎLKHA)