Serwîsa xwendekaran qeza kir: 17 birîndar
Li Qonyeyê serwîsa xwendekaran û erebeyek li hev qelibîn, di encama qezayê de 14 jê xwendekar 17 kes birîndar bûn.
Qeza, di seatên serê sibê de li navçeya Selçukluyê pêk hat.
Erebeya ku di bin îdareya Î.M. de bû, li çarrêya Ceddeya Edîpogluyê li serwîsa xwendekaran a ku di bin îdareya M.G. de bû qelibî.
Di encama qezayê de 2 şofêr, 14 xwendekar û wezîfederekê serwîsê birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)