Li Edeneyê operasyona DAÎŞê: Derheqê 6 kesan de qerara binçavkirinê
Di operasyonên ku li giştîyê welat hatin kirin de, şikdarên ku derheqê wan de qerara binçavkirinê hebûn hatin qefaltin.
Serdozgerîya Komarîya Edeneyê, li dijî “Koma Yamac”ê ya DAÎŞê derheqê 6 şikdaran de qerara binçavkirinê da.
Ji bona 6 şikdarên ku ji wan 5 kes biyanî ne û li Iraq û Sûrîyeyê bi navê DAÎŞê fealîyetan kirine û dûre jî bi rêyên nefermî ketine nav welat bên qefaltin operasyon hat lidarxistin.
Di operasyona ku tîmên taybet jî alîkarîyê danê de, ekîban, şikdaran qefaltin.
Şikdarên ku ji kontrola tenduristîyê derbas bûn hatin şîyandin midirtîya ewlehîyê. (ÎLKHA)