Li Mêrsînê li dijî PKKê operasyon: 15 qerara binçavîyê
Serdozgerîya Komarîya Mêrsînê, di çarçoveya lêpirsîna li dijî PKKê de derheqê 15 şikdaran de qerara binçavkirinê da.
Polêsê ku li edresên ku ji pêşî ve hatibûn tespîtkirin operasyoneke hevdemî li dar xist, gelek şikdaran binçavkirin kir.
Hat destnîşankirin ku ji şikdaran 5 heb di nav YPGê de li Sûrîyeyê fealîyetan kirîne, 10 hebên wan jî li ser medyaya civakî belavên ku çalakî û fealîyetên rêxistinê pesndan dike kirine.
Şikdarên ku hatin binçavkirin, piştî kontrolên wan yê tenduristîyê hatin birin Midirtîya Ewlehî ya Mêrsînê. (ÎLKHA)