• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Rihayê 2 xwendekarên ku di nav pevçûnê de man canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, di seat 16.30yan de li pêşîya Lîseya Anadolîya Teknîk û Meslekî ya Îbn-î Sînayê a ku li Taxa Yenîşehîrê ye qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, di navbera du malbatên ku eqrebeyên hevdu ne de şereke ku sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Li ser mezinbûna şer herdu malbat jî li pêşîya dibistanê kom bûn. Li ev derê jî şer mezin bû û çek hatin derxistin.

Ji ber pevçûna ku bi çekan hat kirin xwendekarên ku ji dibistanê derdiketin di nav pevçûnê de man.

Di encama pevçûnê de Omer Faruk Çinar (16) û Sumeyye Yeten (16) ên ku di nav serwîsê de bûn canê xwe ji dest dan û ji alîgirên pevçûnê jî 13 kes birîndar bûn.

Di dema pevçûnê de ji cihê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Hat hînbûn ku bi midexeleya polêsan pevçûn bidawî bû. Û hinek kes jî hatin binçavkirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Polês li herêmê ewlehîyeke mezin girt û rakêşanî jî hêj didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir