• DOLAR 32.305
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2410.795
  • ...
Zebîhullah Mucahîd: 6 endamên DAIŞê yên di êrîşên dawî de cih girtine hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mucahîd di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku doh bi alîkariya Xweda yekîneyên taybet ên Emîrtîyê li dijî komek endamên DAIŞê operasyonek li dar xistin.

Mucahîd da zanîn ku di operasyona ‘ewil de 2 endamên DAIŞê hatine qefaltin û li Kabîlê jî şaneyek din a DAIŞê heye û li ser vê şaneyê jî operasyon hatiye kirin.

Mucahîd di daxuyanîya xwe de weha got, "Di operasyonê de 6 endamên DAIŞê hatin kuştin, çek, bombeyên destan, teqemenî û wesayitek hatin desteserkirin. Endamên DAIŞê yên di operasyonê de hatin kuştin, li dijî sivîlan şer kirin û teqînên ku herî dawî li Mizgefta Wezîr Ekber pêk hate ne, li Kursa Perwerdehiya Camê ya li Deşt Barçî, kesên ku di hinek sûcên din de cih girtine."

Mucahîd her wiha diyar kir ku di operasyonê de mucahidekî canê xwe ji dest daye û mucahidekî din jî birîndar bûye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir