• DOLAR 32.383
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2405.099
  • ...
Ji ser qetilkirina şehîd Fethî û Cengîz ên ku ji teref PKKê ve hatin qetilkirin 8 sal derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weke ku dê bîran  di 6-8ê cotmehê de ji bona Qobanê PKK û HDPê ji gel re bang kiribûn ku ji bona herder bibe Qobanê. Di bergeha vê bangê de di 6-8ê cotmehê de ji teref çeteyên PKKê ve bajarên Kurdistana Bakur hatibûn talankirin û şewitandin.

Şehîd Yasîn Borû, Hûseyîn Daqaq, Hasan Gokgoz, Rîyad Gûneş, Turan Yavaş ,Cumalî Gûneş û kesên ku muhafezekar jî di encama vê bangê de ji teref çeteyên PKK/HDPê hatibûn qetilkirin.

Zilma 6-8ê cotmehê di rojên dinê de jî dewam kir û şehîd Fethî û Cengiz jî di vê demajoyê de hatin şehîdkirin.

Cengiz Tîryakî

Cengiz Tîryakî li gundê Alpîranê navçeya Kanîreşa Çewligê jiyan dikir. Cengîz Tîryakî dildarê HUDA PARê bû û di 9ê cotmehê 2014an de ji teref çeteyên PKKê ve, wexta ku di mala xwe da bû, mala wî dorpêçkirin û dû re jî hatibû şehîdkirin.

Çeteyên PKKê ji bona ku  Tîryakî ji mal derxînin wî tehdîd dikirin û digotin ‘ tu dernekevî birayê te di destê me da ye, em ê wî bikujin û em ê li ser mala te û malbata te bombe bibarînin.’

Tîryakî ji bona ku zirar neyê malbat û birayê wî derî vedike û derdikeve derve. Wexta ku derdikeve derve ji teref çeteyên PKKê ve bi keleşkofan êrîş lê tê kirin. Di êrîşê de Tîryakî ji singê xwe de birîndar dibe û piştî êrîşê endamên çeteyê PKKê ji gund revîyan.

Tîryakî di encama êrîşê de radikin Nexwaşxaneya Dewletê ya Çewlîgê, lê ji ber ku ew giran birîndar bûbû wî ji Nexwaşxaneya Dewletê ya Çewlîgê rakirin Nexwaşxaneya Ûnîversîteya Înonu ya Meletî. Li nexwaşxanê ji teref doxtoran ve midehele tê kirin lê disa jî canê xwe ji Rebbê xwe re da û şehîd ket.

Şehîd Tîryakî ji bona ku raya xwe nedabû BDPê, ji PKKê re bûbû hedef. Hat hînbûn ku Tîryakî çend car ji teref PKKê ve hatibû tehdîdkirin. Tîryakî ji bona ku raya xwe nedabû BDPê û jîyaneke Îslamî didomand, PKKê ji Tîryakî  xwestibû ku ji gund derkeve.

Digel van  tehdîd gefxwarinan şehîd Cengiz Tîryakî biya wan nekiribû û serê xwe ji wan re netewandibû. Bi îzzet û bi serbilindî li jîyana xwe dewam kir. Xweda Teala jî ji ber vê jîyanê şehadetê kir nesîbê wî.

“Cendirme tiştên ku didîtin, diavêtin pişt guhê xwe”

Wê demê Alîkarîyê Serokê Giştî yê Mesulê Teşkîlata HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel derheqê zabitnameya cendirmeyan de twîttek avêtibû. Li gorî parvekirina ku Temel kiriye di zabitnameya cendirmeyan de wisa dinivisîya:

“ Di 9ê cotmehê 2014an de di seat 23.30yî de di meseleya Cengîz Tîryakîyê de li gundê Serpmeqaya (Almîra) yê de di nav sînora fermandarîya me de ji teref endamên PKKê ve gule li singê wî ket û birîndar bû, di eynî rojê de êvarê seat derdorê 22.00ê de di pêşîya Newxaşxaneya Dewleta Kanîreşê de ji teref endamên Midirtîya Ewlehîya Navçeyê ve wexta qontrola rê dikin ji ewlehîyê ragihandin ku li derdorê ekîbên me di qemerayê de ekîbeke 20 terorîst hatine tespîtkirin, endamên terorîst ber bi gunde Almîrayê ve bi peyatî, bi çek û bi teçhîzat diçûn. Ji terefên me tê nirxandin ku hedîseya ku li gund çêbûye ji teref wê ekîbê ve hatîye kirin, sebeba neçûna ekîbên me, dibe ku ji teref PKKê ve êrîş li ekîbên me bê kirin û zaîyat bê dayîn.Ji ber vê yekê me midehele nekir. Wan tiştan tev di zabitnameyên me de nivisandîye. 10.10.2014 seat 00.45.”

“Qatilê Cengîz Tîryakî di pevçûnê de hat kûştin”

Di roja 6ê Nîsana 2016an de di nav şerê PKKê û ekîbên ewlehîyê de 4 PKKyî hatibûn kûştin û PKKyîyek jî birîndar hatibû qefaltin.

Wê demê hatibû ragihandin ku PKKyîyê ku birîndar hatîye qefaltin fermandarê PKKê yê wîlayeta Erzeromê bûye.

Ji kesên ku wê rojê  hatin kûştin yek jî Yunus Emre Arasê bi bi qodnavê Bedran Wan bû ku hat hînbûn ku ev kes qatilê Cengîz Tîryakî ye.

Hat destnîşankirin ku Yunus Emre Aras wexta ku diçû kîjan gund digot ez ê Tîryakî bikûjim.

Fethî Yalçin

Piştî êrîşê 6-8ê cotmehê PKKê dîsa endamekî HUDA PARê ji xwe re kiribû hedef.

Fethî Yalçin di taxa Qaleya navçeya Kanîreşê de seat derdorê 08.30an de ji bona ku here navçeyê ji mala xwe derketibû. Wexta ku di rê de diçû ji teref erebeyeka ku plaqa wî nehatîye hînbûn bi çek êrîş lê hat kirin û birîndar ket, wî rakirin Nexwaşxaneya Dewletê yaa Kanîreşê û ji teref doxtoran ve midexele hat kirin, lê dîsa jî şehîd ket.

Fethî Yalçin li ber tehdîd û zorîtîya PKKê serê xwe netewand û xeraca ku jê dihat xwestin jî neda wan.

Ji bedena Fethî Yalçin 11 gule dereketibûn. Cenaza wî li gundê Almîrayê hatibû definkirin.

“Baba! Rûyê te pir sar e….. bi bêbextî te kûştin”

Sevîm Yalçina qîza Yalçin li ser mezelê bavê xwe lorand û bi kelegirî gotibû: “Baba! Rûyê te pir sar e….. bi bêbextî te kûştin….. sûcê te çibû baba.!”  Bi vê girîya xwe tesîreke mezin li ser mirovên li wê derê kiribû. Yalçin li pey xwe 2 qîz, 2 law û pîrekeka bi xemgîn hişt.”

“Her dem ji PKKê mesajên tehdîdê digirt”

Li wê demê eqrebe û nasê Yalçin ji ÎLKHAyê re xeber dabûn.

Hat îfadekirin ku Fethî Yalçin ji teref PKKê ve herdem tehdît digirt, lê Yalçin qet serê xwe netiwand û di dawîyê de gihaşt şehadetê. Di hilbijartina şaredarîyê de li taxa Yalçin ji BDPê re ray derneketibû û PKKê xelqê taxê tehdît kiribû, serê ewil xelqê taxê ji zozanan derxistibûn, nedihiştin ku herên zozanan. Serê malê 3 hezar TL xaracê li wan birîbûn. PKK bi wan tişta li gora xwe cizayê dida xelqê.

Nasên Yalçin weha xeber dabûn:

“ Beriya şehadeta wî 2-3 heb mirov li taxê pirsa wî dikirin. Kesên ku wan dîtibûn digotin ku bi erebeyeke sipî hatibûn. Hetta wan kesên ku Yalçin dipirsîyan çûbûn mala wî pirsa wî kiribûn.

Ji ber vê yekê pîreka Yalçin telefona wî dike û dibêje çend mirov hatin li te pirsîyan û Yalçin pîştî vê telefonê çû mala xwe lê wexta ku dikeve taxê ji teref êrîşkeran ve êrîş lê tê kirin.”

Saybeta ku xanima  Fethî Yalçin  e di berdewama daxuyanîya xwe de got, “Piştî şehadeta Cengiz Tîryakî ew qas ber ketibû, hetta heta serê sibe raneketibû, paşê yekê telafona wêî kir û bi dengê bilind û bi şerkîrî xeber da, lê min fehm kir ku kesên lê gerîyabûn ew tehdîd dikirin.”

“PKKyîyê ku bi saxîtî hatibû qefaltin, kûştina Fethî Yalçin îtîraf kir”

Qadîr Gûmûşê bi qodnavê Andok ê ku ji êrîşkarên PKKê bû û êrîş Fethî Yalçin kiribû di 14e îlona 2015an de bi operasyonekê bi saxîtî hatibû qefaltin.

Andokê PKKyî wê demê wexta ku diçû kîjan gundî digot min Fethî Yalçin kûşt û li gundîyan heqaret dikir. Andok pîştî ku hatibû qefaltin di îfadeya xwe de kûştina Fethî Yalçin qebûl kiribû.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir