Li Karabukê serwîsa karkeran qelibî: 13 birîndar
Hat destnîşankirin ku li Karabukê mînîbûsa ku karkerên tekstîlê tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 13 karker birîndar bûn
Qeza, li navçeya Eflanê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûsa ku karkerên tekstîlê tê de bûn, li alîyê gundê Akorenê ser rêya Eflanî-Pinarbaşiyê qelibî.
Di encama qezayê de 13 karker birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.
Kesên birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Entegraya Navçeya Eflanî û Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Karabukê.
Hat hînbûn ku karker di fîrmayeke tekstîlê a ku li navçeya Pinarbaşiya Qastamonûyê ye de dixebitin. (ÎLKHA)