• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Platforma Nesla Quranê wê li Êlihê “Komxebata Nimêjê” tertîp bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komxebata ku di Rehber TV de bê weşandin ew ê di 23yê Cotmehê roja Yekşemê seat 10.00an de bê tertîpkirin.

Mehmet Emîn Sutçuyê Berdevkê Platforma Nesla Quranê îfade kir ku, “Em ji roja ku hatine sazkirin heta niha gelek fealîyetan tertîp kir ji hemû fealîyetên xwe re jî cuda cuda ehemmîyetê didin. Lê di van fealîyetan de ew ê herî ku em li ser disekinin û dixwazin ku li çar alîyê welat belav bikin jî nimêj e.”

“Derketina ji nimêjê, mirov ji rê derdixe”

Sutçu, “Nimêj meseleyeke gelek bi qîmet e ku nîşana herî mezin ya Îslamê ye û ji bona ku civaka Misilman vegere eslê xwe meseleyên ku di serî de dest bê avêtin e. Em zanin ku nimêj wek ku însanan ji bêexlaqî û bêheyayê dûr dixe, bênimêjî jî bingeha sebeba bêheyayî û pîsîtîya ku belav bûye ye. Çîmkî dema ku mirov pênc wext here hizura Xwedê ew însan haya wê ji mesulîyet û wezîfeya wê heye û em ev tiştê jî zanin ku bênimêjî jî berê însanan dide tiştên beredayî û bêmesulîyetîyê.”

“Komxebata nimêjê, temamkerê bernameyên ê nimêjê ye”

Sutçu di berdewama axavtina xwe de weha got, “Me jî bi vê rastîyê hereket kir, û di 23yê Cotmehê roja Yekşemê, ji bona ku temamkerê bernameyên me yên ku di meha Tebax û Îlonê de bi şîara ‘Jiyan Bi Nimêjê Xweş e’ tertîp kir Komxebata nimêjê ya 4emîn li dar dixin.”

“Ev xebatan divê ku bên alîkarkirin”

Sutçu di dawîya axavtina xwe de daxwaz kir ku bila ev komxebat bibe wesîleya xêrê û weha axavtina xwe dawî kir, “Ew ê ji komxebata nimêjê a ku di Navenda Çanda Êlihê de tertîp bikin re gelek mêvanên me yên bi qîmet beşdarî bibin. Em ji Xwedê daxwaz dikin ku bila ev komxebat ji ummetê re di alîyê nimêjê de bibe wesîleya şîyarbûnê.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir