Otobûsa rêwîyan û tir li hev qelibîn: 2 mirî, 20 birîndar
Hat diyarkirin ku li Amasyayê otobûseke rêwîyan û tirek li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn.
Bûyer, li navçeya Merzîfonê pêk hat.
Otobûsa rêwîyan a ku ji Stenbolê diçû navçeya Alucraya Gîresunê, li alîyê Kayaduzuyê li tirek qelibî.
Di encama qezaya ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat de 2 kes canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristîyê, cenderme û polês hatin sewqkirin.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)