Li Manîsayê qezaya bi zîncîrî: 24 birîndar
Li Manîsayê di qezaya ku mînîbûsek, erebeyek û du otobûs li hev qelibîn de 24 kes birîndar bûn.
Qeza, li nêzê Taxa Çobanîsaya li navçeya Şehzadelerê pêk hat.
Otobûsa rêwîyan a ku di bin kontrola A.K. de bû û li alîyê Turgutluyê diçû, bi mînîbûsa ku di bin kontrola M.E.T. de bû, otobûsa ku di bin kontrola M.K. de bû û erebeya ku nasnameya şofêrê wê nehat bidestxistin qelibî.
Di encama qezayê de 24 kes birîndar bûn, kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û gelek ekîbên polês û îtfaîye jî hatin sewqkirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)