• DOLAR 32.2
  • EURO 35.139
  • ALTIN 2426.942
  • ...
Êrîş li xwenderkarên fêrgehê hat kirin: 1 mirî, 2 jê giran 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, doh di seat derdorê 18.30yan de li Parqa Rihan a li navçeya Rezana navenda Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, komeke xwendekaran a ku 5 kes in û di fêrgehekî ku li ser Ceddeya Emekê ye perwerdehîyê didîtin, ji bona ku di navbera dersê de bêhna xwe bidin çûn Parqa Rihanê ya ku li alîyê fêrgehê ye.

Xwendekarên ku çûn parqê, rûberûyê 15-20 kesên serxoş hatin. Di navbera xwendekar û koma serxoş de gelemşeyeke ku hêj sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Piştî vegerîna gelemşeyê ji şer re keseke ji serxoşan bi kêra ku derxist êrîşî xwendekaran kir.

Xwendekareke ku ji qirika xwe birîndar bû ji cihê bûyerê canê xwe ji dest da, 3 xwendekar jî ji cihên cuda giran birîndar bûn.

Hat hînbûn rewşa xwendekarekî yê ku hat rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Gazî Yaşargîlê, û xwendekarekî dinê yê ku hat rakirin Nexweşxaneya Dil a Zanîngeha Dîcleyê giran e, şîna xwendekarê ku canê xwe ji dest da jî li Erxenîyê hat danîn.

Mirovên ku li derdorê rûdinên û dijîn îfade kirin ku ew jî ji ber van serxoş û bindestê tiryakê nikarin bi rehetî derkevin derve û zarokên xwe bibin parqê.

Şênîyên taxê destnîşan kirin ku van serxoş û bindestê tiryakan ji ber kêmasîya ewlehî û tedbîran van parqan ji xwe re kirine cîwar û tim û tim bûyerên ewakî derdikevin holê.

Mirovên derdorê gotin ku êdî ew ditirsin ku wan şîkayet jî bikin.

Hat ragihandin 5 kesên ku eleqeya wan bi bûyerê re hene hatin binçavkirin û tehqîqat jî hêj berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir